1. Celadet Bedirxan di kovara hawarê de, di hejmara 33’emîn de, di bin sernavê “Klasîkên Me” de bi navê xwe yê Herekol Azîzan wiha dibêje: “Melayê Erwasî kitêbek kiçik lê hêja nivîsandiye. Kitêba wî li ser nexweşî û dermanên wan e. Mela tê de qala nexweşiyan dike û dermanê her nexweşiyê û çêkirina dermanan jî dibêje. di nava gel de navê vê pirtûkçeyê wekî “tiba melayê erwasÊ” tê zanîn. Min bi xwe nedîtiye, ez bi saxluxdanê dibêjim. Dîsan rawiyan gote min ku Melayê Erwasî di weqtê Evdal Xanê bavê Bedirxan de rabûye. Li gora vê û bi texmîn Mela beriya niho bi 150 salî emir kiriye. Ji kitêba wî re Tiba Melayê Erwasî dibêjin”. Hêjayî gotinê ye Destxeta Melayê Erwasî di destê mela zeynelabidîn amedî de ye û wî kopiya vê destxetê ji nû ve derbasî ser kaxiz kiriye. navê Melayê Erwasî yê rastîn Şêx Mihemed e, di heman demê de mezinekî tesawufê ye û gihiştiye pileya “qutub”iyê. |
|
17.09.2014 13:53 |
xwelî li ser
|
zwilling [1] |
|
epîdîdîmît [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [2] |